Haydar Şahin
09 Nîsan 2020•Rojanekirin: 10 Nîsan 2020
Mucteba Xalidiyê Berdevkê Saziya Alîkariya Acil daxuyanî da Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) û got, "Ji 22yê adarê vir da ji ber lehiyan 26 kes mirin."
Xalidiyê berdevk destnîşan kir ku di 24 saetên dawîn da li eyaleta Yezdê kesek ji ber lehiyê mir, kesek winda bû û li eyaleta Merkeziyê jî kesek birîndar bû.
Xalidî di daxuyaniya xwe ya 1ê nîsanê da diyar kiribû ku ji ber lehiyê 21 kes mirine.
Li başûrê rojhilatê Îranê ji 22yê adarê vir da baran dibare û ji ber baranê lehî radibe, piştî lehiyê binesaziya wargehan û zeviyan zirareke mezin dît.