Ahmet Furkan Mercan
11 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2024
Li eyaleta Îşîkawayê ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvegirava Notoyê ya li vê herêmê hejmara kesên ku di erdhejan da mirin derket 213an.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Eyaleta Îşîkawayê, di hefteya ewil a meha rêbendanê da gelek erdhej çêbûn û hejmara kesên ku di van erdhejan da mirin derket 213an.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku zêdeyî 25 hezarî zêdetir kesî li 400 cihên texliyeyê dimînin, ji ber rêyên ku hatin girtin 3 hezar û 100 kes mehsûr man û bi qasî 60 hezar xaniyî jî bêceyran mane.
Hat diyarkirin, hejmara kesên aqûbeta wan nayê zanîn 52 ye û xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina van kesan didomin û her wiha 567 birîndar jî tên tedawîkirin.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di navbera 1-5ê Rêbendanê da li peravên Îşîkawayê û li Girava Notoyê bi mezinahiya 5 û 7an gelek caran erd hejiyabû.