Türkan Tosun
23 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Japonyayê da bi Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Stef Blok û Tariq Ehmedê Wezîrê Dewletê yê Îngiltereyê yê Ji Asyaya Başûr û Neteweyên Yekbûyî (NY) Berpirsyar e ra hevdîtin pêk anî.
Çavuşogluyê ji bo beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva yên G-20î bibe li Nagoya bajarê Japonyayê ye hemtayê xwe yê Hollandî Blok û Wezîrê Dewletê yê Îngiltereyê Ehmed ra hat bal hevdu.
Wezîr Çavuşoglu beşdarî rûniştinên "Hedefên Pêşketinê yên Dikarin Bên Meşandin" û "Afrîka"yê bû.
Ji bilî vê Çavuşoglu beşdarî civîna Wezîrên Karên Derva ya "Rêlibergirtina Belavbûnê û Hewldana Bêçekbûnê" (NPDI)yê jî bû.