Muhammet Kurşun
26 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
MUHAMMET KURŞUN
Pisporê siyaseya navxweyî yê Îranî Nevîd Cemşîdî diyar kir ku hevpeymana kurewî ya dijî Îranê ku bi serkêşiya Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî hat avakirin, ji ber bêxemiya Tehranê bihêz dibe û herwiha Îran di tenêtiya dîplomatîk da ye.
Pisporê siyaseta navxweyî yê Îranî û rojnameger-nivîskar Cemşîdî geşedanên muhtemel ên li ser rageşiya Tehran û Washingtonê ya li Kendava Besrayê û bi destê Îranê destgîrkirina tankera neftê ya Îngiltereyê ji bo peyamnêrê AAyê nirxand.
Cemşîdî diyar kir, rêveberiya Tehranê şûna ku rageşiya li Kendava Besrayê hêsa bike, tankera neftê ya Îngiltereyê destgîr kir û firokeya bêmirov a Amerîkayê xist xwarê û bi van hemleyan va rageşî gurtir kir. Cemşîdî bal kişand ku dinya jî li hemberî vê yekê pozîsyona xwe werdigire.
- "Îranê di dîplomasî û peywendiyên ligel dinyayê da gavên baş neavêtin"
Cemşîdî diyar kir ku Îngiltere xwe amade dike ku Îranê bi Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) gilî bike û heger Rûsya û Çîn mafê xwe yê vetoyê neemilînin, dibe ku astengkirinên KENYyê yên dijî Îranê paşda werin û wiha dewam kir, "Îranê di dîplomasî û peywendiyên ligel dinyayê da gavên baş neavêtin. Rêveberên Îranê dibêjin ku ev dixwazin mizakereyê bikin, lêbelê di rastiyê da di nav tenêtiyeke dîplomatîk da ne. Ev tenêtî roj bi roj kûrtir dibe. Gava em li ser asta herêmê lê mêze dikin, em dibînin ku bi Ereban ra problemên wê hene, ji ber bûyerên li Yêmenê bi Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra bi hev diçe, li Behreyn û Iraqê piyê wê di soleke teng da ye. Ji ber polîtîkayên xwe yên bêxemiyê peywendiyên xwe yên ligel cîranan kir nava kêşe û pirsgirêkan."
Cemşîdî herwiha hişyariyên xwe yên li ser mijarê wiha rêz kirin, "Hevpeymana kurewî ya dijî Îranê ku ji Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî pêk tê berfireh dibe û heger Îngiltere tevlî vê tifaqê bibe, karê rêveberiya Tehranê dê pir dijwar be. Ji ber ku Îngiltere hêzeke kurewî ye. Hevpeymana ku li dinyayê li dijî Îranê çêdibe, ji ber bêxemiya rêveberiya Tehranê bihêz dibe û roj bi roj nêzîkî merheleya xeternak dibe."