Shukri Hussein,Esat Fırat
05 Nîsan 2025•Rojanekirin: 06 Nîsan 2025
Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştevaniya wan dike, "bi mebesta piştevaniya gelê Flistînê" bi dronan xaleke eskerî ya li Tel Avîva paytextê Îsraîlê kir armanc.
Berdevkê eskerî yê Hûsiyan Yehya Serî di axaftina xwe ya rasterast a ku di televizyona Mesîre ya Hûsiyan da hat weşandin da got, "Hêzên dronan yên ser bi Hêzên Çekdar ên Yêmenê, bi droneya cureya 'Yafa' li dijî Yafaya (Tel Avîv) a dagirkirî êrîşeke eskerî li dar xist."
Serî eşkere kir ku operasyona navborî bi mebesta piştevaniya gelê Filistînê ku Îsraîl bi piştevaniya DYAyê wan qir dike, li dar xistine.