Abdullah Tel
29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
CENEVRE
Alîkarê Wezîrê Karên Derve Yavuz Selîm Kiran diyar kir ku li seranserê dinyayê welatê ku herî zêde ji bo penaberan mazûvaniyê dike Tirkiye ye û wiha pê da çû:"Ji 3 milyon û nîvî zêdetir Sûriyeyî û bi sed hezaran penaberên ji welatên din hatine li welatê me di nav ahengê da û ya herî girîng jî rastî tu muameleyeke cihêkariyê nayên û dijîn."
Kiran di rûniştina Konseya 109emîn a li Cenewreya bajarê Swîsreyê ji hêla Rêxistina Koçê ya Navneteweyî hat kirin da axivî û ragihand ku mijara koçê ji bo Tirkiyeyê meseleyeke nû nîne.
Di axaftina xwe da Kiran bibîr xist ku Tirkiye ne bi tenê îro ew bi sedan salan e ku ji kesên zilm û bêîstiqrariyê direvin ra deriyên xwe vekiriye û mazûvaniya wan dike.
Kiran got ku li seranserê dinyayê welatê herî zêde penaberan dihewîne Tirkiyeye û ji bo ev penaber jiyaneke rihettir bijîn jî Tirkiye mayê ji dest tê jî dike.
Di axaftina xwe da Kiran destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi tenê ne Sûriyeyî bi sedan penaberên ji welatên din jî hene û wiha pê da çû: "Ji 3 milyon û nîvî zêdetir Sûriyeyî û bi sed hezaran penaberên ji welatên din hatine li welatê me di nav ahengê da û ya herî girîng jî rastî tu muameleyeke cihêkariyê nayên û dijîn."