Abdullah Tel
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ji endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) 8 welatan berî civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya îro der heqê Îdlibê da qisawetên xwe anîn ziman û ragihandin ku ew piştgiriyê didin hewlên çareseriya dîplomatîk a bi lez a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Swêdê Olof Skoog beriya civîna Konseya Ewlehiyê li ser navê komê axivî û ragihand ku şer û pevçûnên li Sûriyeyê heta bêjî zirar dan bi milyonan mirovên niha di bin dagirkirina şer da ne û yên koçkirine û ji bo çareseriya dîplomatîk bangî hemû aliyan kir.
Skoog destnîşan kir ku operasyoneke eskerî ya li ser Îdlibê wê hê zêdetir zirarê bide herêmê û wiha pê da çû: "Em ji ber operasyoneke eskerî ya ku ji alî rejima Sûriye û Rûsyayê va li ser bakurê rojavayê Sûriyeyê bê kirin gelekî bi fikar in. Operasyoneke eskerî heke li ser Îdlibê bê kirin milyonek zarok jî di nav da wê jiyana 3 milyon sivîlên li wir dijîn bixe talûkeyê. Ev sivîlên ji ber operasyonên eskerî û dorpêçkirina hovane ya rejimê ji cih û warên xwe bûne jî di nav da bi operasyoneke wiha wê derî li koçberiyeke nû vebibe."
Di berdewamiya axaftina xwe da Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Swêdê Skoog ragihand ku ew li Sûriyeyê bikaranîna çekên jehrî bi tu awayî qebûl nakin.
- Ji bo hewlên çareseriyên dîplomatîk a Tirkiye û NYyê piştgirî
Skoog bi bîr xist ku garantorên pêvajoya Astanayê ji bo Îdlibê soz dabûn ku wê şerê eskerî lê neqewime û wiha pê da çû: "Em piştgiriyê didin Tirkiye û NYyê ku heta vê merheleyê ji bo çareseriya dîplomatîk a bi lez hewl didin."