Türkan Tosun
14 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2020
Di pevçûnên li ser sînorê Azerbaycan û Ermenistanê da ji artêşa Azerbaycanê jê yek tumgeneral 7 esker şehîd ketin.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Azerbaycanê Kerîm Weliyev daxuyand di pevçûnên ku du roj in dewam dikin da gelek wesayîtên eskerî û mewziyên Ermenistanê hatin berterefkirin.
Weliyev got ji artêşa Ermenistanê 100 esker hatin kuştin, ji artêşa Azerbaycanê jî vê sibê di pevçûnan da Tumgeneral Polad Heşimov û Albay Îlgar Mîrzeyev bi qehremanî şehîd bûn.
Weliyev daxuyand ji artêşa Azerbaycanê eskerek, 2 bînbaşî, 2 serefser şehîd bûn.
Wezaretê wêneyên êrîşên li ser mewziyên Ermenistanê yên ku ji esman hatin kirin weşand.