Elif Orhan
08 Tebax 2019•Rojanekirin: 09 Tebax 2019
Ji ber şerê navxweyî yê li Yêmenê di nav salekê da 335 zarok mirin.
Di daxuyaniya ku ji ser Facebooka hesabê çapemeniya civakî yê Oxfama rêxistina civakî ya sivîl a ku navenda wê Îngilistan e hat dayîn da hat gotin ku "Ji 9ê tebaxa 2018an vir va ji ber êrîşên asîmanî, mayîn û êrîşên eletexminî tên kirin 335 zarok mirin."
Di daxuyaniyê da cî dan axaftina Muhsîn Sidîqiyê Midûrê Yêmenê yê Oxfamê. Sidîqî diyar kir ku di sala dawîn da hema bêje her roj zarokek hat kuştin.
Sidîqî da zanîn ku li Yêmenê digel birçîbûn û nexweşiyê bûyerên şidetê hê jî jiyana sivîlan tehdîd dike û destnîşan kir ji bo ku hê bêtir mirov nemirin divê li tevahiya welêt demildest agirbest bê îlankirin.
- Şerê navxweyî yê li Yêmenê û qeyrana mirovî
Li Yêmena ku demek dirêj e lê bêîstiqrariya siyasî heye di navbera Hûsiyên Îran piştgiriyê dide wan û hêzên girêdayî hikûmetê da pevçûn diqewimin.
Ji îlona 2014an vir va kontrola paytext Sanayê û hin herêman di destê Hûsiyan da ye û hêzên koalîsyona bin serkêşiya Erebistana Siûdî da jî ji adara 2015an vir va dijî Hûsiyan piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.
Li Yêmenê di pevçûnên ku 5 sal e dewam dikin da bi hezaran mirov hatin kuştin. Yêmen yek ji welatên herî feqîr ên cîhanê ye û qeyrana mirovî ya ji ber şerê navxweyî jî gelekî zêde bûye.