Seyit Aydoğan
09 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
LONDON (A) - Li Londona bajarê Kandayê ji bo 4 kesên ji heman malbatê yên di 6ê hezîranê da di êrîşa terorê ya bi wesayîtê da hatibûn kuştin merasim hat lidarxistin.
Gelek siyasetmedarên girîng ên Kanadayê di merasima li hewşa Mizgefta London Muslîm Mosqueyê da hatin ba hev.
Justin Trudeauyê Serokwezîrê Kanadayê, Erin O’Tooleyê Serokê Partiya Mihefezekar a li mixalefetê, Jagmeet Singhê Serokê Partiya Demokrat a Teze, Annamie Paula Seroka Partiya Kesk, Doug Fordê Serokwezîrê Eyaleta Ontarîoyê, gelek kesên ji hikûmetên federal û eyaletê, parlamenter û nûnerên dînên cuda beşdarî merasimê bûn.
- Mîngana Serkonsolos peyama serxweşiyê ya Serokomar Erdogan ragihand
Sînem Mîngana Serkonsolosa Torontoyê ya Tirkiyeyê jî beşdarî merasimê bû, beriya meraimê bi Trudeauyê Serokwezîr ra axivî û peyama serxweşiyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ragihand.
Cîhan Yalçinkayayê Ataşeyê Karên Derva yê Torontoyê jî bi Mînganê ra beşdarî merasimê bû.
- Ji hermû serokan peyama dijî "terorê" û " Îslamofobiyê"
Mersimê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, Justîn Trudeauyê Serokwezîr di merasimê da axivî, diyar kir ku ev êrîşa terorê ye û wiha pê da çû: "Malbateke ku sê nifşên wê li ba hevbûn neheqî dît û xatir ji vê jiyanê xwest. Wekî hemûyê Kanadayê em li ba we ne. Li vî welatî Îslamofobî heye, cudakarî heye. Dibê em bi hev ra li dijî vê û terorê têbikoşin."
Erin O’Tooleyê Serokê Partiya Mihefezekar a li mixalefetê diyar kir ku di pêvajoya Kovîd-19ê da Îslamofobî zêde bû.
O’Toole diyar kir ku civata Misliman gelek ked tevlî Londonê kir û wiha pê da çû: "Bawer dikim ku wekî civateke hêzdar ew ê tevkariyê bidin têkoşîna dijî terorê û Îslamofobiyê."
Di nav lîderên partiyên siyasî yên beşdarî merasimê bûn da Lîderê Partiya Demokrat a Nû Jagmeet Singhê pesnê wî hat dayîn got: "Mêze bikin, êrîşekê çiqas meriv aniye bal hev. Ev peyameke gelek xurte. Rikberî wek sotikê agire ku bi derekê ket dide ber xwe. Ji ber vê jî divê hemû civak li hemberî terorê, Îslamofobiyê û rikberiyê bi hev ra tevbigerin."
Dîrektorê Îcraya Konseya Misilmanên Kanadayê Mistefa Farooq got: "Bese êdî em ê hêj çend cinazeyan rakin. Ez awayek hêrsbûyî hatim vê derê. Li Quebec Cityê êrîşa ser mizgeftê, li Torontoyê êrîşa ser mescidê li Edmonton û gelek deverên din ji ber tiştên anîn serê misilmanan ez hêrs bûm. Lutkeya Neteweyî ya Teror û Îslamofobiyê divê demildest bicive."
Piştî axaftinan xizmên malbata di êrîşê da can dan û hevalên wan derxistin ser dikê û bi qasî deqeyekî sekna rêzgirtinê hat kirin.
Di merasima bibîranînê da meneya Sûreta Fethê hat eşkerekirin û paşê dia hatin kirin û bang hat xwendin.
Li Londona bajarê Ontarioya eyaleta Kanadayê di şeva 6ê Hezîranê da malbateke ji 5 kesan pêk dihat ji xwe ra li ser peyarê dimeşiyan û şofêrê mînîbusekê berê wesayîta xwe bi wan va kir ji heman malbatê yek jê zaroka qîzîn ku hêj 15 salî bû jî di nav da 4 kesan can da û sebiyekî 9 salî jî awayek giran birîndar bû.
Şofêr Nathanil Veltmanê hêj 20 salî bû 6 kîlometre ji dûrî cihê bûyer hat qefaltin û binçavkirin û ji ber sûcê kuştina 4 kesan jî hat girtin û şandin girtîgehê.