ADDÎS ABABA
Mûsa Fakî Mihemedê Serokê Komisyona Yekîtiya Afrîkayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ya ku hêzê bi kar tîne şermezar dikin.
Mihemed di daxuyaniya nivîskî da got piştî ku Amerîkayê balyozxaneya li Îsraîlê barî Qudsê kir li erdên Filistînê bûyer derketin û ji ber vê di fikaran da ne.
Mihemed destnîşan kir ku Amerîkayê balyozxaneya xwe barî Qudsê kir, ev ê bi tenê kêrî zêdebûna rageşiya li herêmê û astengbûna çareseriyên ji bo pevçûnên Îsraîl-Filistînê were û wiha axivî: "Artêşa Îsraîlê ji 50yî zêdetir çalakvanên ji Filistînê kuşt em vê şermezar dikin."
Mihemedê Serokê Komisyonê got Yekîtiya Afrîkayê piştgiriyê dide gelê Filsitînê yê ku hewl dide dewleteke serbixwe, desthilatdar û paytextê wê Quds e ava bike. Mihemed ji bo çareseriyeke adil û dudewletî bangî raya giştî ya navneteweyî kir.
- Zelandaya Nû Îsraîl şermezar kir
Serokwezîr Jacînda Ardern: "Heqê her welatî heye ku ew sînorên xwe biparêze, lê heke li aliyekî însan bimrin ev rewşeke xirab e. Em vê tundiyê şermezar dikin."
Zelandaya Nû êrîşên Îsraîlê yên li hember Filistîniyên ku birina balyozxaneya Amerîkayê ya bo Qudsê protesto dikin, şermezar kir.
Li gor nûçeya Radyoya Zelandaya Nû Serokwezîr Jacînda Ardern daxuyand ew tundiya eskerên Îsraîlê ya li hember Filistîniyan şermezar dikin.
Ardern got li ser navê hikûmetê Wezareta Karên Derva û Wezareta Bazirganiyê rasterast ji balyozê Îsraîlê re behsa fikarên xwe kirine û wiha dewam kir: "Heqê her welatî heye ku ew sînorên xwe biparêze, lê heke li aliyekî însan bimrin ev rewşeke xirab e. Em vê tundiyê şermezar dikin."
- Rojnamevanên Morîtanyayî ji bo Qudsê çalakî li dar xistin
Bi dehan rojnamevanên Morîtanyayî ji bo bertekê nîşanî biryara Amerîkayê bidin li pêşiya Bayozxaneya Novakşotê ya Filistînê kom bûn.
Bi dehan rojnamevanên Morîtanyayî li pêşiya Bayozxaneya Novakşotê ya Filistînê kom bûn û bertek nîşan dan ku çima Amerîkayê balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê barî Qudsê kir û çalakî li dar xistin.
Bi dehan rojnamevanên beşdarî çalakiya ku Sendîkaya Rojnamevanan a Morîtanyayê li dar xist bûn sloganên li dijî Amerîkayê berz kirin.
Mihemed Salim Wîld ed-Dahê Serokê Sendîkayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku Filistîn ew ê wekî meselaya sereke ya Mislimanan û Ereban bimîne.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 6ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike û ew ê balyozxaneya li Tel Avîvê barî Qudsê bikin. Merasima vekirina balyozxaneya teze duh hatibû lidarxistin.
- Endonezyayê biryara barkirina balyozxaneya Amerîkayê ya Tel Avîvê şermezar kir.
Endonezyayê ragihand ku ew balyozxaneya Tel Avîvê ya Amerîkayê ku hat barkirin û li Qudsê hat bicihkirin, bi awayekî tund şermezar dikin.
Di daxuyaniya ji ser hesabê Twîtterê ya Wezareta Karên Derva ya Endonezyayê hat weşandin da hat gotin ku hikûmeta Endonezyayê vekirina balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê bi tundî şermezar dike. Bangî welatên din ên endamên Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin û ji wan hat xwestin ku bila ji ber vê biryarê nedin pey rêça Amerîkayê.
Hat gotin ku barkirina balyozxaneyê ji aliyekî va jî tê meneya binpêkirina biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û ev biryar ji bo aştî û pêvajoya aştiyê tehdîd e.
-Partiya mixalefetê ya Kanadayê Îsraîl şermezar kir
Ji partiyên mixalefetê yên Parlementoya Federal a Kanadayê Partiya Nû ya Demokrat (NDP) ji ber bûyerên tundiyê yên li ser sînorê Xezeyê yên ku tê da 59 Filistînî hatin şehîdkirin, hem bertek nîşanî Îsraîlê da û herwiha hem jî bertek nîşanî Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeauyê ku li hemberî qewimînan xwe ker kir, da.
Serokê NDPê Jagmeet Singh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, daxuyaniya xwe ya der heqê qetlîama ku bi destê eskerên Îsraîlê li dijî Filistîniyan pêk hat û li ser malpera fermî ya partiya wî hat weşandin, belav kir.
Singh di daxuyaniya xwe da ew yek bi tundî şermezar kir ku li ser sînorê Xezeyê yê li aliyê Îsraîlê 59 Filistîniyên ku vebûna Balyozxaneya Amerîkayê li Qudsê protesto kirin, hatin şehîdkirin û bi hezaran jê jî hatin birîndarkirin.
Singh herwiha bangî Hikûmeta Partiya Lîberal ku Trudeau serokê wê ye kir ku di warê aştî û mafên mirovan da helwesteke aktîftir werbigire.
-Îrlandayê gazî balyozê Îsraîlê kir
Hikûmeta Îrlandayê ji bo êrîşên ku Îsraîl dijî Filistîniyan dike, balyozê Îsraîlê vexwand wezareta karên derva û fikara xwe ji balyoz ra got.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, Wezîrê Karên Derva Sîmon Coveney gazî Balyozê Dublînê yê Îsraîlê Ze'ev Boker kir û pê ra hevdîtin kir.
Coveney di hevdîtinê da seba mirî û birîndarên ku duh li Xezeyê di bûyerên şidetê da qewimîn fikara welatê xwe got û bang kir ku Îsraîl bi mîzan tevbigere.
Di daxuyaniyê da gotina "Îralandayê seba mirinên duh daxwaz kir ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî lêpirsîne bê alî û navneteweyî were kirin. Balyoz der heqê vê mijarê da hat agahdarkirin." hat gotin û hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristiyê yên mîsyona dîplomatîk ya li Ramallahê ya Îrlandayê li Xezeyê xwe negîhandiye mirî û birîndaran.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li herêmê pergala tenduristiyê ji ber kêmasiya ekîpman û dermanên sereke berî niha jî tengasiyeke mezin kişand û Îrlanda ji nûçeyên ku wezîfedarên tenduristiyê jî bûn hedef "pir aciz" bû.
Filistîniyan li Xezeyê li ser sînorê Îsraîlê kon vegirtine û balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê û 70emîn salvegera Nekbeyê (Felaketa Mezin) protesto dikin.
Eskerên Îsraîlê duh bi fîşengên rastîn gule reşandin ser Filistîniyên ku li ser sînorê Xezeyê xwepêşandan dikirin û 59 Filistînî şehîd bûbûn, 2 hezar û 770yî zêdetir kes jî birîndar bûbûn.
- Ji misilmanên li Rûsyayê bo Amerîkayê şermezarî
Konseya Miftî û Îdareya Dînî ya Misilmanên Rûsyayê diyar kir ku balyozxaneya Amerîkayê ya barkirina Qudsê rê û rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dike û ew jî vê yekê şermezar dikin.
Îdareyê di daxuyaniya xwe da biryara ku Neteweyên Yekbûyî ji bo Qudsê dabû bibîr xist û ragihand ku Quds bajarê sê olan e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bila pirsgirêka Filistînê ya gelemşeya herî bixwîn e di çarçoveya siyasî da bê çareserkirin. Lewra biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê da ku hemû rê û rêzikên navneteweyî binpê dike rê li ber bobelatên nû vedike.
news_share_descriptionsubscription_contact
