Elif Orhan
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku ewlehiya navenda bajarê Kerkûkê ji aliyê polêsên herêmê û tîmên dijeteror ve tê pêkanîn û diyar kir ku dê destûrê nedin komên çekdar ên jibilî van.
Ebadî ji ofîsa xwe daxuyanî da got ku "Dê dev ji kesên ku li Kerkûkê dîmenên ku naveroka wan manîpulasyon in belav dikin û di nav gel de fitne û nefredê derxînin bernedin."
Ebadî da zanîn ku ewlehiya navenda bajarê Kerkûkê ji aliyê polêsên herêmê û tîmên dijeteror ve tê pêkanîn û destnîşan kir ku dê destûrê nedin li bajêr hebûna komên çekdar ên ji bilî van.
Ebadî da zanîn ku li Kerkûkê pêkanîna ewlehiyê, parastona mal û milkên hemû hêmanên etnîk û dînî di bin berpirsyariya hêzên navborî de ye.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Fermandariya Li Kerkûkê Pêkanîna Ewlehiyê ve hat dayîn de hat gotin ku "Operasyonên Hevpar û Misteşariya Ewlehiya Neteweyî û Midûrê Polêsan a Kerkûkê li herêmên kurdan ên li bajêr digerin û temînatê didin welatiyan."
Tê îdiakirin ku li Kerkûkê hin komên milîs ên girêdayî Heşda Şebiyê êrîşî malên rayedarên kurd û sivîlan dikin û malên wan talan dikin.