Nihat Kavşut
10 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Bi Xelata Edebiyatê ya Nobelê xelatkirina şexsekî nijadperest tenê xelatkirina binpêkirinên mafên mirovan e û wek mayîn tu meneyeke wê tuneye."
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan bi minasebeta Roja Mafên Mirovan ya 10ê Kanûnê peyam weşand.
Serokomar Erdogan bi wesîleya salvegera 71emîn ya qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Roja Mafên Mirovan ya 10ê Kanûnê pîroz kir.
Erdogan destnîşan kir civaka navneteweyî ya ku 9 sal e li hember hewara bi milyonan însanên li Sûriyeyê xwe li ker û laliyê datîne bi vê bêdengiya xwe derbeya herî mezin li nirxên di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan da dixe.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da diyar kir bi Xelata Edebiyatê ya Nobelê xelatkirina şexsekî nijadperest tenê xelatkirina binpêkirinên mafên mirovan e û wek mayîn tu meneyeke wê tuneye.