Hakan Çopur
07 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, karê ku wan li Îranê da destpêkirin, divê kuta bikin, tenê ew difikirin ku ew ê vê yekê bi rêyeke "nazik an tund" bikin.
Trump li tersxaneyeke Baltimoreyê beşdarî merasimeke veberhênana keştiyên binê behrê bû.
Trump der barê şerê Îranê da axivî û wiha got, "Divê em vî karî kuta bikin û mesele tenê em dixwazin vî karî çawa bikin. Gelo em ê bi awayekî nazik bikin, an em ê bi awayekî ne nazik bikin. Tu yê di demeke pir nêz da vê hîn bibî."
Serokê Amerîkayê îdia kir ku hema bêje wan kapasîteya eskerî ya Îranê têk bir û ji bo Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê berê yê Îranê got, "Xameney hat bîra we? Tev mirin."
Trump diyar kir, piştî ku Amerîkayê li Îranê xist, serokên gelek welatên herêmê spasiya wî kir û wiha axivî: "Min ji wan ra got ku hûn ê ji bo vê yekê kîngê pereya bidin."
- Îdia kir ku Tengava Hurmuzê ya Amerîkayê ye
Trump diyar kir ku ji Tengava Hurmuzê ra her roj bi tonan sewqkirina neftê dewam dike, îdia kir ku tengav bi temamî di kontrola Sîtola Amerîkayê da ye.
Trump got, "Bi gotineke din va Tengava Hurmuzê ya Sîtola Amerîkayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye." û diyar kir ku tu pêdiviya Amerîkayê bi nefta ku wê ji herêmê were jî, tuneye.