Elif Orhan
10 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2019
Kuliyên Çolê yên ku bi lez li Qiloçê Afrîkayê belav bûn jiyana çandiniyê û ewlehiya xurekê tehdîd dikin.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) diyar kir kuliyên ku refên kuliyên ku li Etiyopya, Erître, Sûdan û Somaliyê beşav bûn zirar dan zadên çandî.
FAO ragihand ku rewşa li wan welatan "gelekî cidî" ye û xirab dibe û hişyarî da ku heke tevdîr neyên hildan dibe ku refên kuliyan li Cîbutî û Kenyayê jî belav bibin.
Hikûmet ji bejayê û asîmanî dijî refên kuliyan dermanê diavêjin û kesên ku li cihên çolwar dijîn jî hember kuliyan nizanin dê çi bikin.
Di dîmenên ku duh li çapemeniya civakî belav bûn da tê dîtin ku eskerekî li herêma Somalîlandê bi awayekî naçar gule direşîne refan û hewl dide ku wan dûr bixe.
Refên kuliyan her roj dikarin ku heta 150 kîlomêtro biçin û di rojekê da dikarin zirarê bidin hewcehiya xurekê ya 35 hezar kesî.