Gökhan Kavak
11 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2025
Somaliya ku li navenda Qiloçê Afrîkayê ye, bi cihê xwe yê stratejîk, çavkaniyên dewlemend ên binê erdê û aboriya xwe ya mezinbûyî, bi pêvajoya xwe ya ji nû va avakirinê piştî salên şerê navxweyî û birçîbûnê tê naskirin.
Somalî, ku bi hilweşîna hikûmeta navendî di sala 1991an de ket nav krîzek kûr, di salên dawî de di ewlehî û aramiyê de pêşveçûnek giring bi dest xistiye. Zêdebûna çalakiya avakirinê, rêyên nû, avahî û navendên kirînê li paytext Mogadîşû di nav nîşaneyên herî berbiçav ên vê veguherînê da ne.