Türkan Tosun
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket 864 hezar û 94an.
Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da bi vîrusê ketin 13 hezar û 470 zêde bû û derket 864 hezar û 94an.
Hejmara kesên ji ber şewbê mirin 410 zêde bû û derket 18 hezar û 218an.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 7 hezar û 67 kes, li Misrê 4 hezar û 652 kes, li Cezayîrê jî 1163 kes mirin.
Li Seyşeller, Erître, Uganda heta niha kes nemiriye.
Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan gihîşt 452 hezar û 529yan, li Misirê 92 hezar û 482 kes, li Nîjeryayê jî 41 hezar û 180 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê 510 hezar û 89 kesên vîrusê ketin jî baş bûn.