Haydar Şahin
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku ji bo 2 polêsên çermsipî yên ku di sala 2016an da Alton Sterlîngê welatiyê reşik ê Amerîkayê kuştibûn cezay wê neyê dayîn.
Jeff Landryê Serdozgerê Louîsîanayê di daxuyaniya roja sêşemê da diyar kir ku Blane Salamoni û Howie Lakeyê polêsên çermsipî dema Sterlîng kuştin "maqul û rast" tevgeriyane.
Landry destnîşan kir ku herdu polêsên çermsipî ew ê ji ber kuştina Sterlîng ceza nexwin, di encama lêpirsîna ku ji sala 2016an vir va dewam dike da ev biryara dan.
Labdry diyar kir ku herdu polês li ser bûyera ku Sterlîng tevlî bibûyê hatine şandin, di destê wî da sîlah hebûye û polêsên xwestine ku wî derdest bikin.
- "Tundiya polêsan bibû sedema protestoyan"
Li Louîsîanaya eyaleta Amerîkayê di 5ê tîrmeha 2016an da Blane Salamoni û Howie Lakeyê polêsên çermsipî Alton Sterlîng kuştibûn. Li gor rapora polêsan Salamonî 6 gule berî Sterlîng dane.
Rayedarên polêsan gotibûn ku di destê Sterlîng da sîlah hebû, ev jî li dijî polêsan tehdîd e, parêzer û malbata Sterlîng jî gotibûn kuştî tu carî hewl neda ku sîlahê li dijî polêsan bi kar bîne.
Rojek piştî vê bûyerê di 6ê tîmeha 2016an da li eyaleta Mînnesotayê reşikê navê wî Philando Castile jî bi destê polêsan hat kuştin.