Önder Beyter
24 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Li eyaleta Victoriayê ya Awistralyayê ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 15 kesên din jî mirin û bi vê va li ser asta welêt hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 517an.
Serokwezîrê Eyaleta Victoriayê Daniel Andrews di civîna çapemeniyê ku li paytexta eyaletê Melbourneê li dar xist da li ser hejmara pêketî û kesên ku ji ber vîrusê mirin, daxuyanî da.
Andrews diyar kir ku li gorî encamên testên 24 saetên dawîn, 116 kesên din jî tûşî Kovîd-19ê bûn, 15 kesên ku emrê wan di navbera 80 û 90 kesî da ye jî mirin.
Bi vê va hejmara kesên ku li Victoriayê mirin derket 430an, li ser asta welêt jî hejmara kesên ku mirin derket 517an.
- Li Zelanda Nû 9 kes bi vîrusê ketin
Dîrektorê Tenduristiya Gel a Giştî ya Zelanda Nû Dr. Ashley Bloomfield raggihand ku di 24 saetên dawîn da 9 kesên din jî bi Kovîd-19ê ketin.
Dr. Bloomfield diyar kir ku bi yên nû va li welêt hejmara pêketiyên aktîf derket 123yan, ji van jî 2 jê di unîteya nexweşên giran da, 10 jê jî li nexweşxaneyên cuda tedawiyê dibînin.
Li Zelanda Nû 1538 kes ji vîrusê filitîn baş bûn, 22 kes jî mirin.