Aliia Raimbekova
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2023
Li Azerbeycanê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Xizmetên Sîsmolojiyê ya Azerbeycanê, erdheja ku mezinahiya wê 5,6 e bi saeta herêmî di saet 08.16yan da çêbû.
Erdheja ku navenda wê Behra Hezarê ye 68 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Gelê Bakuyê jî bi erdhejê hesiya.
Piştî erdhejê der barê mirî, birîndar û xisarê da hê tu daxuyanî nehat dayîn.