29 Gulan 2020•Rojanekirin: 30 Gulan 2020
Li bakurê rojavayê Îranê di navbera hêzên ewlekariyê û komên çekdar da pevçûn derket, 3 eskerên Îranê hatin kutin.
Li gor xebera ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê li Serdeşta bajarê Azerbeycana Rojava ya eyaleta Îranê di navbera hêzên ewlekariya sînor û komên çekdar da pevçûn derket, 3 eskerên Îranê hatin kutin.
Hat diyarkirin ku di pêvçûna li nêzî sînorê Iraqê derket da gelek milîtan jî hatin kuştin.
Di xeberê da navê koma çekdar nehat gotin, berê jî li heman herêmê di navbera eskerên Îranê û PEJAKa şaxa Îranê ya PKKya rêxistina teorê û milîtanên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê da pevçûn derketibûn.