Muhammed Nuri Erdoğan
05 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2025
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li bakurê Sûriyeyê û Iraqê 36 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku terorîst nikarin ji aqûbeta ku li benda wan e birevin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "32 terorîstên PKK/YPGyî yên ku li bakurê Sûriyeyê hatin tespîtkirin û 4 terorîstên PKKyî yên ku li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin ji aliyê Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên qehreman va hatin berterefkirin. Li ku derê dibe bila bibe, têkoşîna me ya li dijî rêxistinên terorê heta terorîstê dawî bê berterefkirin, wê dewam bike."