Elif Orhan
11 Îlon 2019•Rojanekirin: 12 Îlon 2019
Ekîbên Mihafazaya Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê di operasyona ku li Balafirgeha Stenbolê kirin da di bagaja rêwiyekî da 93 heb çermên maran ên ku dirêjahiya wan bi tevahî 355 mêtro ye û li serê hatiye şixulîn hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn personelên Midûriya Îstixbarat û Qaçaxçitiya Mihafazaya Gumrikê ya Balafirgeha Stenbolê di çarçoveya fealiyetên dijî qaçaxçitiyê da ji ser "Pergala Şopandina Hewayê" rêwiyê Endonezyayî yê hat tesbîtkirin ku dê bi balafira Rêhewayên Erebistana Siûdî bê Stenbolê teqîp kirin.
Dema balafirê li balafirgehê danî beriya ji bo ku walizan transeferê hêwana rêwiyan bikin deynin ser bantan bi cîhaza mobîl x-rayê lê nêrin. Di kontrolê da ji bo du walizên rêwiyê xeternak da şik çêbû.

Gumanbar dema ku dê ji xeta kesk a ku tê wateya eşyayê min ê tebiyê gumrikê tune derbas bûya û bi walizê xwe ra derbasî Tirkiyeyê bûya ekîbên Mihafazaya Gumrikê ew rawestandin.
Di walizan da 93 heb çermê maran ên ku li serê hatiye şixulîn û dirêjahiya wan bi tevahî 355 mêtro ye hatin qefaltin.
Hat tesbîtkirin ku nirxê gumrikkirî yê çermê maran ên ku giraniya wan 32 kîlogram e û di çarçoveya "Peymana Der barê Bazirganiya Navneteweyî ya Nebat û Heywanên Kovî yên ku Ber Qelanê ne" bazirganiya wan qedexe ye û bihayê wan jî nêzî 320 hezar lire ye.
Lêpirsîna der barê bûyerê da didome.