Haydar Karaalp
17 Adar 2026•Rojanekirin: 17 Adar 2026
Li Bexdaya paytexta Iraqê li dû hev dengê teqînên tund hat bihîstin.
Li nêzîkî Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne ya li navenda Bexdayê, dengê teqînan hat û deng ji hin herêmên din jî hatin bihîstin.
Pergala parastinê ya hewayê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya ku li herêmê ye li dijî êrîşan ket dewrê.
Hat îdiakirin ku Balyozxaneya Amerîkayê rastî êrîşa balafira bêmirov (ÎHA) hat.
Ji meqamên Iraqê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nehat dayîn.