11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrîşên bibombe yên li herêmên cuda cuda yên Bexdaya paytexta Iraqê da 6 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.
Ji polêsê Iraqê Albay Salîm Nûman di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku bombeyek kirin wesayîta peywirdarekî weqfeke suniyan û wesayît li herêma es-Seyyîdiyyeyê teqiya. Di encamê da peywirdarê di erebeyê da mir.
Dîsa di teqînên li herêma Îskan, Suleyh û Dûrayê yên paytextê da 5 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.
Hê jî kesî êrîş hilnedaye ser stûyê xwe.