Önder Beyter
17 Îlon 2020•Rojanekirin: 18 Îlon 2020
Tê pêşbînîkirin ku li Bidlîs û navçeyên wê ji fasulyeyê ku li erdekî zêde hatiye ajotin, 370 milyon lire dahat were.
Cotkarên Bidlîsî ku bi piştevaniya dewletê va zeviyên xwe yên beyar nirxandin û derbasî çandiniya avî bûn, zeviyên çandiniyê yên li parêzgehê diajon, berhemên çandiniyê direşînin û bi vê yekê va jî aboriya welêt xurt dikin.
Li navçeyên Tetwan, Xelat û Elcewazê cotkarên ku biharê tovên xwemalî yên fasulyeyê reşandin, piştî 4 meh pêvajoyeke zor û zehmet dest bi berhevkirina fasulyeyan kirin.
Fasulyeyên ku bi alîkariya karkerên demsalî yên çandiniyê tên berhevkirin, bo demekê li ber tavê tên hişkirin û dû ra jî ji bo pakêtkirinê, bo fabrîqeyan tên şandin.
Îsal hedef ew e ku ji fasulyeyê ku li ser 95 hezar dekar zevî hat danîn, 34 hezar ton berhem were rakirin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Rifat Çelik ku li gundê Sarikumê yê Tetwanê beşdarî berhevkirina fasulyeyan bû, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku fasulye li bajêr yek ji berhemên stratejîk e û lewma jî sal bi sal bêtir tê danîn.
Çelik bal kişand ku par 88 hezar dekar zevî fasulye hatin danîn, îsal ev reqam derket 95 hezar dekarî û wiha dewam kir:
"Em pêşbîniya dora 30 hezar tonî hilberîna fasulyeyê dikin. Aboriya parêzgeha me dê bi qasî 240 milyon lireyî ji vê hilberînê sûdmend be. Her wiha ji xeynî hilberîna fasulyeyê xwarinê, li Bidlîsê hilberîna tovê fasulyeyê jî heye. Em îsal li ser 10 hezar dekar erdî hilberîna tovê fasulyeyê dikin. Qedera 4 hezar tonî hilberîna me heye. Ev jî ji bo aboriya parêzgehê dike 130 milyon lire dahat. Bi tevahî 370 milyon lire dahata fasulyeyê ya ji bo aboriya parêzgeha me heye."
Çelik diyar kir ku li bajêr 5 hezar xebatkarên çandiniyê hatin îstixdamkirin û wiha dewam kir, "Wekî midûrî em pêwîstiyên xebatkarên ên wekî tenduristî û ciyê mayînê dişopînin."
Çelik her wisa bal kişand ku li Tirkiyeyê par ew di hilberîna fasulyeyê da di rêza 5emîn da bûn û ew dixwazin îsal bikevin rêza 3yemîn.