Türkan Tosun
14 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 892 kesên din jî mirin, hejmara miriyan gihîşt 42 hezar û 720an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê hejmara kesên vîrusa koronayê ketin 21 hezar û 704 zêde bû û gihîşt 850 hezar û 514yan.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 892 kesên din jî mirin, hejmara miriyan gihîşt 42 hezar û 720an.
Li Sao Pauloya eyaleta navenda bazirganiyê ya 46 milyon serjimara wê heye 172 hezar û 875 kes bi vîrusê ketin, 10 hezar û 581 kes jî mirin.
Piştî Sao Pauloyê herî zêde li eyaleta Rîo de Janeîroyê 7 hezar û 592 kes mirin û 78 hezar û 836 kes bi nexweşiyê ketin.
Li dinyayê piştî Amerîkayê Brezîlya bû welatê ku herî zêde mirov ji ber vîrusê dimirin û waqia lê zêde dibin.
Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bûye navenda nexweşiyê.