04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
PEKÎN
Li Çînê di kaneke komirê da teqîna metanê çêbû û 6 kes tê da mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Şinxuwayê, li bajarê Yancina girêdayî eyaleta Yunnanê ku dikeve başûrê rojavayê Çînê, di kaneke komirê da teqîna metanê çêbû. Li gorî agahiyên serekî di teqînê da 6 kes mirin.
Herwiha nayê zanîn ka di dema teqînê da çend kes di kanê da asê mane û çend kes birîndar bûne.
Di kanê da xebatên lêgerînê didomin.
Di der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.