Bekir Aydoğan
02 Sibat 2025•Rojanekirin: 03 Sibat 2025
Hat destnîşankirin li dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê, bi wesayîteke hewayî ya bêmirov va êrîş hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), li Silêmaniyê li dijî Tesîsa Xazê ya Kormorê ya şîrketa vejenê Dana Gas ya navend Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) bi rê va dibe, di saet 19.05an da êrîşa dronê hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji ber êrîşê ziyana madî û canî çênebû û hilberîna asayî ya tesîsê berdewam e.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî da hatibû destnîşankirin ku êrîş dibe ku bi dronê yan jî fuzeyên katyûşa va hat kirin.
Tesîsa Xazê ya Kormorê berê jî rastî êrîşa dron û fuzeyên katyûşayê hatibû.