Abdullah Tel
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
ANKARA
Di 50 salên dawîn da hejmara kesên xwendin û nivîsandinê zanin her çiqas zêde bûbe jî li ser rûyê dinyayê hê jî xwendin û nivîsandina 750 milyon kesî tuneye.
Li gor daneyên Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 50 salên dawîn da bi taybetî jî di nav ciwanan da hejmara kesên xwendin û nivîsandinê zanin gelekî zêde bû lê digel vê hê jî li çar aliyê dinyayê 750 milyon kes xwendin û nivîsandinê nizane.
Kesên xwendin û nivîsandina wan tune ji sê paran duduyê wan jin û qîz in.
Kesên ji xwendin û nivîsandinê bêpar mane ji sedî 45ên wan li Asyaya Başûr, ji sedî 27ên wan li Afrîkaya Jêrsehrayê, ji sedî 10ê wan li Asyaya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, ji sedî 9ê wan li Afrîkaya Bakur û Asyaya Rojava, ji sedî 4ê wan jî li Amerîkaya Latîn û Karayîpan dijîn.