Önder Beyter
18 Gulan 2020•Rojanekirin: 19 Gulan 2020
Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku li bajarê Vuhanê yê Çînê serî hilda, ji 4 milyon û 800 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket 4 milyon û 804 hezar û 846an.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket milyonek û 527 hezar û 664an.
Piştî Amerîkayê welatên ku hejmara wan zêde ye, bi rêzê va ev in:
Rusya (281 hezar û 752), Îspanya (277 hezar û 719), Îngiltere (243 hezar û 695), Brezilya (241 hezar û 80), Îtalya (225 hezar û 435), Fransa (179 hezar û 569) û Almanya (176 hezar û 651).
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan derket 149 hezar û 435an.
Di "Worldometer"ê da welatên ku hejmara pêketiyan ji 50 hezarî zêdetir e wiha hatin rêzkirin:
"Îran (120 hezar û 198), Hindistan (96 hezar û 169), Peru (92 hezar û 273), Çîn (82 hezar û 954), Kanada (77 hezar û 2), Belçika (55 hezar û 280) û Erebistana Siûdî (54 hezar û 752)."