Haydar Şahin
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku li dinyayê piraniya wan li welatên pêş dikevin kêmzêde 2 milyonj zarok mirî tên dinyayê.
Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (RTD), Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hevkarên wan raporeke hejmara welidîn û mirinê ya dinyayê weşandin.
Di raporê da hat diyarkirin ku li dinyayê her sal 2 milyon zarok mirî tên dinyayê û dibe ku vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) bibe sedema zêdebûna vê hejmarê.
Hat destnîşankirin ku ji ber nexweşiya Kovîd-19ê xizmetên tenduristiyê yên lazim dikin dibe ku ji sedî 50 kêm bibin û ji ber vê jî li 117 welatên pêş dikevin dibe ku 200 hezar zarokên din jî mirî werin dinyayê.
RTDyê di raporê da got heke jin ji xebatkarekê tenduristiyê yê perwerdekirî alîkariyê bistînin dibe ku ji sedî 40ê zarokên mirî tên dinyayê xilas bibin.
Hat ragihandin ku hema bêje nîvê zarokên mirî li Afrîkaya Binsehrayê û Asyaya Navîn hatin dinyayê, rêjaya zarokên mirî tên dinyayê li Ewropa, Amerîkaya Bakur, Awistralya û Zelandaya Nû kêmzêde ji sedî 6 e, par ji 4 zarên ber diya xwe çûn 3 heb li Afrîkaya Binsehrayê û Asyaya Başûr bûn.
Dîsa hat gotin ku li welatên pêşketî jî di nav kêmneteweyan da rêja jiberçûyîna zarokan gelekî zêde ye.