Duygu Alhan
30 Adar 2024•Rojanekirin: 02 Nîsan 2024
Vê hefteyê hejmara burcên sondajê yên neftê yên DYAyê, 3 heb kêm bûn.
Li gorî daneyên heftane yên Hughesa şirketa xizmetên qada neftê, li welêt hejmara burcên sondajê yên neftê, di hefteya 25-29adarê da li gorî hefteya raborî 3 heb kêm bûn û daket 506an.
Li DYAyê hejmara burcên sondajê yên neftê di nava salekê da jî 86 kêm bûn.
Bihayê bermîla nefta Brent a ku roja pêncşemê bi 85,41 dolarî girtibû, ji ber ku bazarên neftê bi boneya cejna Pasxalyayê girtî ne, roja înê nexebitî.
Bermîla neftê ya Teksasa Rojavayê (WTI) roja pêncşemê bi asteke weke 81,35 dolarî girtibû.