Mücahit Oktay
23 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Li DYAyê ji ber firtoneya berfê li gelek herêmên peravê lehî rabû.
Li New Jersey, Queens û Brooklyn lehî rabû herwiha ji ber bayê bi şîdet gelek cadde û qadên jiyanê jikar de ketin.
Di daxuyaniya Îdareya Rewşa Hewayê ya Netweyî de (NOAA) hat ragihandin ku bayên sar ên ku ji aliyê qutba bakur tên dê li rojhilatê DYAyê tesîra xwe zêde bike û seranserê hefteyê bidome.