İbrahim Atmaca
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 31 Tebax 2019
Li wilayeta Qandaharê ya ku dikeve başûrê Efxanistanê du polêsên jin di êrîşa biçek da hatin kuştin.
Berdevkê Midûriya Asayîşa Qandaharê Cemal Nasir Barikzey daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Argandaba navçeya Qandaharê du polêsên jin li xaçerêya Medadê rastî êrîşa biçek hatin.
Barikzey diyar kir ku di êrîşê da du polêsên jin hatin kuştin, jinek ev 5 sal bû wezîfe dikir, ya din jî salek bû bûbû polês.
Hê kesî êrîş hilnedaye stûyê xwe.