Emirhan Demir
12 Tebax 2025•Rojanekirin: 13 Tebax 2025
Li eyaleta Papuayê ya Endonezyayê bi mezinahiya 6,5an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kir ku navenda erdheja bi mezinahiya 6,5an çêbû 193 kîlometre li rojavayê bakurê herêma Abepurayê ya eyaletê ye.
Ji ber erdheja ku di 10 kîlometre kûrahiyê da çêbû, ziyana madî û canî nehat ragihandin.
Piştî erdhejê her wiha hişyariya tsunamiyê hat dayîn.