Türkan Tosun
05 Gulan 2019•Rojanekirin: 06 Gulan 2019
Li Endonezyayê Misilmanan nimêja terawîhê ya ewil a meha remezanê eda kirin.
Li paytext Cakartayê Misilman çûn mizgeftan û bi hev ra nimêja terawîhê ya ewil kirin.
Beriya nimêja terawîhê li mizgeftan Qur'an hat xwendin û dia hatin kirin.
Wezareta Reformê ya Îdarî û Burokratîk der barê saetên xebatkarên di saziyên kamuyê da dixebitin da verastikirinek kir û agahî şande saziyan.
Li Cakartayê Misilman wê 13 saet û 23 deqîqeyan rojî bigrin.