Sümeyye Dilara Dinçer
21 Mijdar 2022•Rojanekirin: 22 Mijdar 2022
Hat ragihandin ku li eyaleta Cavaya Rojava ya Endonezyayê bi lerza 5,6ê erd hejiya û herî kêm 56 kes mirin.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand, 18 kîlomêtre ji aliyê başûrê rojavayê bajarê Ciranjangê bi lerza 5,6ê 10 kîlomêtre di binê erdê da erd hejiya.
Ajansa Afatê ya Neteweyî daxuyand ku li gor agahiya Waliyê Javaya Rojava di erdhejê da herî kêm 56 kes mirin, 700 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku di erdhejê da hin nexweşxane, dibistan û avahiyan zirar dît.
Rayedarê herêma Cîanjurê Herman Suherman jî daxuyand li nexweşxaneya Sayangê ji ber ku ceyran tune nexweş nikarin bên emeliyatkirin.
Li paytext Cakartayê jî erdhej çend xulekan hat hîskirin û piştî erdhejê seba tsunamiyê hişyarî nehat dayîn.