Sercan İrkin
06 Tebax 2025•Rojanekirin: 07 Tebax 2025
Li rojhilatê Girava Javayê ya Endonezyayê, li Çiyayê Agirîn ê Semerûyê 2 teqîn çêbûn.
Li gorî nûçeya Antara Newsê, peywirdarên ofîsa çavdêriya Çiyayê Agirîn ê Semerûyê ragihandin ku Semerû bi dema herêmî di saet 05.24an da teqiya.
Peywirdaran diyar kir, xwelî û xubara teqînê qedera 600 metreyî bilind bû û ber bi aliyê rojhilatê bakur çû.
Peywirdaran her wisa destnîşan kir ku piştî teqîna ewil, bi dema herêmî di saet 10.08an da cardin li Çiyayê Agirîn ê Semerûyê teqîn çêbû û ewrê xubarê yê volkanîk dîsa qedera 600 metreyî bilind bû.
Li Endonezyaya ku li ser xeta erdhej û volkanan a "Xeleka Agirîn a Pasîfîkê" ye, nêzîkî 130 çiyayên agirîn ên aktîf hene.