Haydar Şahin
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 29 Tebax 2019
Li Tarudanta herêma li başûrê Fasê ji ber barana gur lehî rabû û di lehiyê da 7 kes mirin.
MAPa ajansa xeberan a Fasê li gor çavkaniyên herêmî diyar kir ku li Tarudant li başûrê welêt roja çarşemê şilî barî û paşê lehî rabû, 7 kesên biro da çûn mirin.
Hat ragihandin ku li ser îhtimala dibe ku hin kes biro da çûbûn xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.