Abdullah Tel
22 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Ji Tevgera Meşa Komarê (LREM) ya ku partiya Emanuel Macronê Serokomarê Fransayê piştî Pierre Person berdevkê partiyê jî dev ji wezîfeya xwe berda.
Person 20ê Îlonê roja şemiyê got: "Rêveberiya partiyê nikare fikr û ramanên nû derxe pêş" û bi vê hincetê jî ji alîkariya serokê giştî yê partiyê û endamtiya lijneya rêveberiya partiyê îstifa kir û ji endamên din ên partiyê jî xwest ku bila ew jî îstifa bikin.
Li ser bangewaziya wî duh êvarê civîna rêveberiya LREMê hat kirin û rêvebirên partiyê bi hev ra pevçûn.
Delegeyê Giştî yê Partiyê Stanîslas Guerînî xwest ku bila nûkirina endamtiya Şaxa Rêveberiyê (BurEx)ê bê taloqkirin û Berdevkê LREMê Aurore Berge jî li dijî vê yekê derket û ragihand ku wî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Berge piştî îstifakirina xwe daxuyanî neda.
Çapemeniya Fransayê dibêje ku Person wê di nav partiyê da ji xwe ra bingehekê ava bike û ji bo serokatiya giştî ya partiyê wê bibe namzed.