Gökhan Kavak
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 02 Îlon 2023
Li Gabonê piştî îlankirina encamên hilbijartina serokomariyê komeke eskerên ketin avahiya têlevîzyona neteweyî ragihandin ku wan dest danî ser rêveberiyê.
Komeke eskerên ketin avahiya têlevîzyona neteweyî eşkere kirin ku wan dest danî ser rêveberiyê.
Di daxuyaniya li ser navê komek eskerî hat kirin da hat destnîşankirin, hilbijartin hatin betalkirin û sînorên welêt hatin girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Wekî hêzên parastin û ewlekariyê em di Komîteya Berwext û Restorasyona Saziyan da bûn yek. Li ser navê gelê Gabonê me biryar da ku em dawî li rejima heyî bînin û aştiyê biparêzin."
Ji aliyekî din va hat diyarkirin, li paytext Librevilleyê dengê çekan tê bihîstin.
- Hilbijartinên Gabonê
Li Gabona ku li naverasta Afrîkayê welatek e, dawiya hefteyê ji bo diyarkirina parlamenterên herêmî, endamên meclisa neteweyî û her wiha serokomar, hilbijartin hatibû kirin.
Serokomarê Gabonê Ali Bongo Ondimbayê 64 salî di 2009an da rêveberî ji bavê xwe Omar Bongo Ondimbayê ku zêdetirî 41 salî welêt bi rê va biribû sitandibû û di hilbijartina ku dawiya hefteyê hat kirin jî ji bo cara sêyem hatibû hilbijartin.
Serokê mixalefetê Ondo Ossa piştî dengê xwe dabû, daxuyanî dabû çapemeniyê û îdia kiribû ku di hilbijartinê da hîle hat kirin.