Davit Kachkachishvili
24 Îlon 2023•Rojanekirin: 25 Îlon 2023
Li Gurcistanê bi mezinahiya 4,7an erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Enstîtuya Zanyarên Dinyayê ya Gurcistanê û Navenda Şopandina Sîsmîk a Neteweyî hat dayîn, li welêt li gor saeta herêmî di 08.00î da bi mezinahiya 4,7an erd hejiya.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku navenda erdhejê gundê Lelubaniyê ye û ev gund 4 kîlomêtre dûrî Tiflîsa paytex e.
Erdhej li Tiflîsê jî hat hîskirin.