Önder Beyter
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Serokê Karûbarên Mescida Herem û Mescida Nebewî û Meleyê Kabeyê Şêx Dr. Ebdurehman es-Sudeys ragihand ku ji ber Kovîd-19ê di meha remezanê da li Herema Şerîf a li Mekeyê û Mescida Nebewî ya li Medîneyê terawih dê bêyî cemaet were kirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Karûbarên Mescida Herem û Mescida Nebewî ya li ser hesabê Twitterê da Sudeys eşkere kir ku biryar hat sitandin ku li herdu mescidan nimêja terawihê û nimêjên tehecudê bêyî cemaet werin kirin û îtiqaf jî neyê kirin.
Sermiftiyê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Al eş-Şêx 17ê nîsanê ragihandibû ku ji ber sedema şewba Kovîd-19ê di meha remezanê da nimêja terawihê û ya eydê dê li malan werin kirin.
Li Erebistana Siûdî ji ber Kovîd-19ê li mizgeftan nimêja înê û nimêja bi cemaetî hatibûn rawestandin û herwiha biryar hatibû sitandin ku meha remezanê tu kes di mizgeftan da nekeve îtiqafê.
- Li Behreynê bi beşdariya hejmareke sînorkirî nimêja terawihê dê were kirin
Wezareta Weqfan a Behreynê jî ragihand ku biryar hat sitandin ku di Mizgefta El-Fatîh a li paytextê bi beşdariya hejmareke sînorkirî va nimêja eşayê û ya terawihê dê werin kirin.
Bi vê biryarê va Behreyn bû yekemîn welatê Ereb û Kendavê ku destûra kirina bi cemaetî ya nimêja terawihê da.
Behreynê di çarçoveya tedbîrên dijî Kovîd-19ê da 23yê adarê nimêja înê û nimêjên bi cemaetî rawestandibûn.