Osman Bilgin
05 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2021
Saziya alîkariyê ya navneteweyî Destê Êtîman a Ewropayê û Weqfa Kerwanê Hêviyê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) 50 zarokên êtim û sêwî dan sinetkirin.
Saziya Destê Êtîman a Ewropayê ku bi piştevaniya xêrxwazan va li Afrîka û Morîtanyayê bi sinetên komî dike organîzasyona xwe ya 3yemîn jî tevlî Weqfa Kerwanê Hêviyê va li Hewlêrê kir.
Doxtorên xwedî tecrube yên ji Tirkiyeyê hatibûn li klînîka nexweşxaneyekê awayekî hîjyenîk 50 zarok sinet kirin, cil û bergên sinetê û balon jî bi xelat dan zarokan.