20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 20 Mijdar 2016
LUCKNOW
Li Uttar Pradeşa eyaleta Hindistanê trêneke rêwiyan ji rêya xwe derket û 90 kes mirin, ji 150 kesî zêdetir jî birîndar bûn.
Qeza li gor saeta herêmê di 03.10an da Pukhrayana bajaroka nêzî bajarê Kanpûrê çêbû. Trêna ku di navbera Patna-Indoreyê diçe û tê, 14 vagonên wê rêhesinê derketin. Sedema qezayê hê ne diyar e û xebatên rizgarkirinê berdewam in.
Midûrê Giştî yê Emniyetê Daljeet Chaudhary, got ku hê mirovên ku ji nehatine derxistin hene û xebatên rizgarkirinê bi baldarî dewam dikin.
Chaudhary diyar kir ku ekîbên hawarçûnê nû gihîştin cem beşa trênê ya ku herî zêde zirar gihîştiyê û ew bi fikar in ku hejmara miriyan zêde be.
Ji hêla din kesên ku ji trênê sax derketin, destnîşan kirin ku trên bi leza xwe ya normal diçû, lê di cî da sekinî û ji ber hindê vagon li hev qelibîn.
Serokwezîr Narendra Modi di daxuyaniya xwe da got ku ew nikare êş û kedera xwe bi peyvan îfade bike û herwiha serxweşî da xizmên kesên ku mirin.
Pergala veguhastina rêhesinî ya Hindistanê li dinyayê 4emîn mezintirîn pergal e. Her roj zêdetirî 20 milyon însanî bi trênê seyahetê dikin.