Fatih Gazioğlu
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li Hindistanê ji ber baranên musonê lehî û hezaz çêbûn û 569 kes mirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Naxweyî ya Hindistanê hat dayîn, baranên musonê li hemû welêt tesîr kir û ji serê mehê heta niha 569 kes ji ber baranên musonê mirin.
Ji aliyê din va Saziya Meteorolojiyê jî hişyarî da ku baran dibe ku dewam bike û gotin bila welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.