Emre Aytekin
27 Mijdar 2025•Rojanekirin: 28 Mijdar 2025
Hat ragihandin li herêma Tai Po ya Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê ya Çînê, di sîteyeke 8 apartmanî da ji ber şewata ku duh derket hejmara kesên mirin derket 75an.
Peywirdarên Îtfaiyeya Hong Kongê di civîna çapemeniyê ya li cihê bûyerê da daxuyandin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bû.
Hat destnîşankirin, ji ber şewatê heta niha yek jê agirkuj bi tevahî 75 kes mirin, 11 jê agirkuj 76 kes birîndar bûn.
Duh nîvro di Sîteya Wang Fukê da ya ku ji 1900î zêdetir daîre lê hene, şewatê dest pê kiribû û di rûyê îskeleyên bambû da yên ji bo nûkirina avahiyan di cebheyê derva da sazkirî bûn û her wiha alavên îzolasyonê, şewat bi lez û bez belav bûbû.
Di sîteyê da ya ku tê texmînkirin derdora 4 hezar kes lê dimînin, ji 7 apartmanan di 3yan da şewat hat kontrolkirin. Her wiha zêdetirî 24 saetan e ekîbên îtfaiyeyê xebatên temirandina şewatê didomînin.
Du midûr û endazyarê şêwirmend ên şirketa tedîlata sîteyê dimeşand, hatin binçavkirin.