Elif Irmak
14 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Li Iraqê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 54 kesên din mirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da agahiyên dawîn ên der barê waqieyên Kovîd-19ê da hat parvekirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da testa 1180 kesî pozîtîf derket û jimara waqieyan bi tevahî derket 18 hezar û 95yî.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 53 kes ji ber vîrusê mirin û jimara miriyan derket 549an.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji roja ku şewb belav bû heta niha li welêt cara ewil di rojekê da mirina herî zêde çêbû.
Li paytext Bexda bi 495 waqie hene û wilayeta ku herî zêde lê nexweş heye jî Bexda ye.