Ahmet Aydın
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li Iraqê hejmara miriyên di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku ji roja înê ve berdewam in gihişt 100î.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsertiya Mafên Mirovan ya girêdayî Meclisa Iraqê de hat destnîşankirin ku di proyestoyên ku 6 roj e li Bexdaya paytext û bajarên naverast û başûrê welêt berdewam in de, hejmara kesên canê xwe ji dest dan gihişt 100î.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara birîndarên ji xwepêşander û hêzên ewlekariyê jî gihiştiye 3 hezar û 500 kesî.